Şewata li daristanên Eskîşehîrê: 10 kes mirin

Li navçeya Seyîtgaziyê ya parêzgeha Eskîşehîrê ya Tirkiyeyê dema vemirandina şewata li daristanê 5 karkerên daristanê û 5 endamên Tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê (AKUT) di nava pêtên agir de man û mirin.

24 Tîrmeh 2025 - 10:25
24 Tîrmeh 2025 - 10:25
 0
Şewata li daristanên Eskîşehîrê: 10 kes mirin

Doh serê sibê li herêma daristanan a di navbera taxên Buyukyayla û Fethiyeyê yên navçeya Seyîtgaziyê de agir bi daran ket.

Agir ji ber bayê bilez belav bû û gihîşt malan.

Ji ber ku şewat nêzîkî gundê Saricaovayê yê navçeya Îhsaniyeyê ya Afyonkarahîsarê bû, gund wekî tedbîr hat valakirin.

Li gorî agahiyan, di dema xebatên vemirandinê yên li herêmên Buyukyayla û Fethiyeyê de tîm ji nişka ve di nava agir de man.

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli li ser bûyerê daxuyaniyek da.

Yumakli ragihand ku di dema xebatên vemirandinê de rewşeke neçaverêkirî çêbûye û got:

“Di şewata li Eskîşehîrê de 19 xebatkarên daristanan û 5 endamên AKUTê, bi giştî 24 kes di nava agir de man.

Ji wan 14 kes hatin rizgarkirin û ber bi nexweşxaneyê ve hatin veguhastin lê mixabin 5 xebatkarên daristanê û 5 endamên AKUTê canê xwe ji dest da.”

Li aliyê din, Parlamenterê Eskîşehîrê yê AK Partiyê Nebî Hatîpoglu ragihandibû ku hejmara kesên ku di şewatê de mirine 11 e.

 

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:55:17