Koma Amed dê piştî 30 salan li Amedê konserekê bide
Koma Amed a ku yek ji komên efsanewî yên muzîka Kurdî ye, dê piştî 30 salan çiriya pêşîn a îsal li Amedê derkeve ser dikê.

Koma ku di salên 1990î de bi gotinên xwe yên siyasî, şêwaza muzîka resen û awazên xwe yên pirrengî bûbû dengê nifşekî, piştî gelek salên sirgûn, qedexe û zextan, xwe amade dike ku bigihîje hezkiriyên xwe.
Endamê Koma Amedê Memo Gul li ser hesabê xwe yê Xê ev agahiya ji bo heyranên komê dilxweş da û got:
“Wekî Koma Amed em bi kelecan in ku piştî 30 salan çiriya pêşîn a li Amedê konserekê bidin.
Me ji niha ve dest bi amadekariyan kiriye û me got em mizgîniyê bidin we.”
Tê payîn ku roj û dîroka konserê di hefteyên pêş de diyar bibe.
Koma Amed
Kom, sala 1988an ji aliyê xwendekarên Fakulteyên Tipê yên Zanîngehên Enqere û Hacettepeyê ve hat damezrandin.
Di nav endamên destpêkê yên komê de Evdilmelîk Şêxbekir, Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikrî Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya hebûn.
Albuma yekem sala 1990î bi navê "Kulîlka Azadî" derket û dengekî mezin veda.
Yek ji endamên destpêkê yên komê Evdilmelîk Şêxbekir, ji bo avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî kedeke mezin da.
Evdilmelîk Şêxbekir, Îlona 1991ê tevlî refên PKKyê bû û sala 1992yan jiyana xwe ji dest da.
Komê paşê bi beşdariya gelek hunermendên din xebatên xwe domand lê hinek endamên komê piştî albuma "Dergûş" a sala 1997an ji ber sedemên siyasî neçar man ku penaberî welatên Ewropayê bibin.
Album:
• Kulîlka Azadî (1990)
• Agir û Mirov (1995)
• Dergûş (1997)
Nûvekirina herî dawî: 20:07:23