Efrîn: Hewlên vemirandina agirê li gundê Erendê didomin

Li gundê Erendê yê Efrînê agireke mezin derket û li gorî agahiyan ji sedî 90î agir hatiye kontrolkirin.

24 Tîrmeh 2025 - 10:32
24 Tîrmeh 2025 - 10:32
 0
Efrîn: Hewlên vemirandina agirê li gundê Erendê didomin

Li gundê Erendê yê Efrînê yê agirekî mezin bi daristanan ketiye.

Tîmên agirkujiyê, rêxistinên sivîl û xelkê herêmê hewl didin agir vemirînin.

Tîma Parastina Sivîlan, Tîma Bersivdana Bilez, Rêxistina Bihar û Tîma Hawarçûnê ya Nexweşxaneya Sûriyeyê ji doh  bi alîkariya xwebexşan, hewlên xwe yên ji bo kontrolkirina agir didomînin.

Di encama van hewldanan de, piraniya agir hat vemirandin û rê li ber belavbûna wê hat girtin.

Qaymeqamê Efrînê Mesûd Bettal jî Di heman rojê de çû cihê bûyerê.

Ji ber şewatê zerer gihiştiye erdên çandiniyê yên xelkê û hewlên ji bo ku agir bi temamî were vemirandin didomin.

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:01:35