Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser îdiayên berdana endamên PKKyê axivî
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç îdiayên ku dibêjin derdora 200-700 endamên PKKyê hatine berdan red kirin û ragihand ku pêvajo di çarçoveya biryareke Dadgeha Destûra Bingehîn de tê meşandin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li Mala Dadgeran a Golbaşiyê ya li Enqereyê bi serokên baroyan re civiya û li ser îdiayên berdana endamên PKKyê axivî.
Yilmaz Tunç amaje bi îdiayên derbarê berdana endamên PKKyê kir û tekez kir ku agahiyên di çapemeniyê de hatine belavkirin ne rast in.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç got:
“Hejmarên ku di çapemeniyê de cih digirin ne rast in.
Hejmarên wekî 200 kes hatine berdan, 700 kes dê werin berdan tên belavkirin.
Ev yek bi temamî di çarçoveya biryara Dadgeha me ya Destûra Bingehîn û hevsengiya sûc û cezayê de pêk tê.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê zemîna hiqûqî ya pêvajoya berdana girtiyan şîrove kir û amaje bi biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn kir û anî ziman:
“Berê kesên beşdarî xwenîşandanên neyasayî dibûn, hem ji ber yasaya xwenîşandanan, hem jî wekî endamê rêxistinê dihatin cezakirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber ku li dijî hevsengiya sûc û cezayê bû ev hukmê ku dibû sedema dubare cezakirinê betal kir.
Piştî vê biryarê Parlamentoyê sererastkirineke nû dernexist.”
Yilmaz Tunç pêvajoya danîna çekan a PKKyê wekî gaveke girîng bi nav kir û da zanîn:
“Niha pêvajoya derbarê danîna çekan a rêxistina terorê tê şopandin.
Li Parlamentoyê jî li ser vê komîsyonek hatiye avakirin.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de got:
“Her tişt li ber çavên gelê me diqewime û ev pêvajo bi awayekî zelal bi parlamenterên me re tê parvekirin û Înşallah dê bigihêje encameke xêr û serkeftî.”
Çend roj berê di beşek ji medyayên Tirkiyeyê de, bi taybetî di medyayên nêzîkî CHPyê de hatibû îdiakirin ku 200 endamên PKKyê hatine berdan û amadekarî ji bo berdana 700 endamên din ên PKKyê tên kirin.
Nûvekirina herî dawî: 20:13:06