Êrîşeke grûpên çekdaran li ser Minbicê hat şikandin
Encûmena Leşkerî ya Minbicê êrîşeke grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li ser gundekî Minbicê şikand.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de belav kir, grûpeke çekdaran a Tirkiye piştevaniya wan dike, êrîşî ser gundê Mihsinlî yê li bakurê bajarê Minbicê kir, lê hêzên wan rûbirûyî êrîşê bû û pevçûnên di navbera wan de derket û di encamê de ew êrîş hat şikandin.
Encûmena Leşkerî ya Minbicê got jî, piştre dê hûrgiliyên zêdetir bên belavkirin.
Demek e Tirkiyê destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du hermênan kom kirine.
Piştî ragihandina “hevtêgihîştina leşkerî” di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rêjîma Sûriyê de di çend rojên borî de, rêjîma Sûriyê hêzên xwe li Minbicê û Til Rifetê bi cih kirin.
Nûvekirina herî dawî: 06:22:19