Felah Mistefa: Pêwiste qada navnetewî liser Bexda pestandin bike

Berpirsê Pêwendiyên Derve ya Kurdistan Felah Mistefa ji qada navnetewî xwest ku liser Bexda pestandin bike.

28 Îlon 2017 - 05:25
28 Îlon 2017 - 05:25
 0
Felah Mistefa: Pêwiste qada navnetewî liser Bexda pestandin bike

Berpirsê Pêwendiyên Derve ya Kurdistan Felah Mistefa di derbarê referandûma Serxwebûna Kurdistanê de hişyarî da û got; " Iraq li hemberî peyamên aşitiyane ku li Kurdistanê tên bi helwestek geflêdan nêzik dibe. Ev jî rewşê dibê asta xeter û dibe ku encamê de bûyerên neyênî bi derkevin."

Felah Mistefa Axaftina xwe ya li gel Rojnameya navdar a Brîtanyayê Fînancîal Tîmes'ê de destnîşan kir ku; "helwesta Iraqê ya tehdîtkar nayê qebûl kirin, dibe ku ev helwest li herêmê bibe sedema encamên neyênî. Jiber vî jî em civaka navnetewî dixwazin ku jiber dev jêberdana helwesta Iraqê jiser Hikûmeta Iraqê zêdetirî pestandin bikin."

Ev nûçe bi tevahî 1410 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:55:55