Fîdan şert danî: Divê Tirkiye bibe şahidê peymana HSD û Şamê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku divê HSD bi lez bi Hikûmeta Sûriyeyê re li hev bike û Tirkiye jî bibe şahidê wê lihevkirinê.

26 Tîrmeh 2025 - 11:07
26 Tîrmeh 2025 - 11:07
 0
Fîdan şert danî: Divê Tirkiye bibe şahidê peymana HSD û Şamê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji NTVyê re axivî û li ser rewşa Sûriye û krîza Xezeyê daxuyanî dan.

Fîdan bangî HSDyê kir ku bi lez çekan deyne û wiha got:

"Divê HSD bi lez, bi awayekî dilxwazî, bi hikûmeta navendî re bigihîje peymanê.

Ji bo ku ev peymman bikeve meriyetê, divê gavên rasteqîn û bê 'lê' biavêje. Ji bo ewlehiyê jî girîng e ku Tirkiye wekî şahid were qebûlkirin.

Bi hincetên cuda domandina hebûna komên çekdar ên li vî welatî nayê qebûlkirin. Em li bendê ne ku YPG çekan deyne. Banga Tom Barrack a ji bo HSDyê bangeke di cih de ye."

Yekparçeyiya axa Sûriyeyê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê amaje bi parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê jî kir û wiha domand:

"Girîngiya Sûriyeyê ya ji bo ewlehiya niştimanî ya Tirkiyeyê nayê nîqaşkirin. Armanca me ya sereke ew e ku em li herêmê aramî û ewlehiyê pêk bînin.

Nêzîkatiyeke me ya hegemonîk nîne. Dabeşbûna Sûriyeyê ji bo me pirsgirêka ewlehiya niştimanî ye, em dê destwerdanê bikin.

Em dibînin ku hin aktor, di serî de Îsraîl, dixwazin ji bêaramî û bêhêvîtiya Sûriyeyê sûdê wergirin.

Netanyahu ev yek bi eşkereyî gotibû. Ji ber vê yekê me wekî desthilat hişyariya xwe da, çimkî em li Sûriyeyê yekîtî û yekparçebûnê dixwazin."

Bûyerên li Siwêdayê

Hakan Fîdan amaje bi pevçûnên li parêzgeha Siwêda ya Sûriyeyê jî kir û wiha domand:

"Em dibînin ku Îsraîl rê nade ku rêveberiya navendî midaxeleyî pevçûnên di navbera Durziyan û Erebên Bedewî de bike.

Eger hêzên navendî li wir nebin, kes nikare rê li ber komkujiyeke dualî bigire. Tevî vê yekê jî lihevkirinek çêbû.

Em li Emanê civiyan. Tenê ji sê baskan baskekî Durziyan diyar kir ku ew li dijî her cure peymanê ne.

Dan û standinên di navbera aliyan de berdewam dikin."

Piştgiriya ji bo Şamê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê behsa pêwendiyên bi Sûriyeyê jî kir û got:

"Hevkariya bi Şamê re tiştekî gelekî normal e. Em vê yekê bi Îraq û welatên din re jî dikin, çima em bi Sûriyeyê re nekin?

Pêdiviya Sûriyeyê bi alîkariyên cidî heye ji bo jinûveavakirina saziyên xwe yên bingehîn."

Hakan Fîdan behsa pêvajoya çareseriyê jî kir û wiha domand:

"Mafê me nîne ku em senaryoya PKKyê ya li Îraq û Sûriyeyê ducare bijîn û 40 salên paşerojê yên welat û gelê me wekî 40 salên borî bikin.

Pêdivî nîne ku welatiyên me bi fikar bin. Bendewariya me ew e ku ti gef nemînin.

Li Îraq, Sûriye û Îranê hêzên çekdar hene û divê ev hemû bên şopandin. Bêyî bikaranîna zimanê çek û pevçûnê, veguherîneke medenîtir mumkin e."

 

Ev nûçe bi tevahî 18 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:10:20