Heşdî şeibî ala Kurdistanê li ser binkeya YNKê anî xwar

Hêzeke ser bi heşdî şeibî avête ser binkeyê YNKê yê li sînorê bajarê Mûsilê û ala Kurdistanê li ser wî binkeyî anî xwarê.

22 Avrêl 2017 - 07:40
22 Avrêl 2017 - 07:40
 0
Heşdî şeibî ala Kurdistanê li ser binkeya YNKê anî xwar

Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyek baweriyê ketine dest BasNewsê, vê dawiyê YNKê li nahyeya Bertile ya rojhilatê bajarê Mûsilê binkeyek daniye û ala Kurdistanê û ala YNKê li ser binkeyê bilind kiribû.

Heman çavkaniyê ji BasNewsê re aşkera kir, hêzek ser bi lîwaya 30 a heşdî şeibî ku rêveberê wê Henîn Qedo bû, avêtine ser binkeyê YNKê û ala Kurdistanê anîne xwarê, tenê ala YNKê li ser binkeyê hiştine.

Di heyama borî de, bi awayeke berdewam berpirs û rêveberên heşdî şeibî dijatiya herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û ala Kurdistanê dikin û gef li Pêşmergeyan kirine. Dervey vê jî gelek car çeperên Pêşmerge dane ber topên hawanan.

Ev nûçe bi tevahî 1914 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:17:37