Hevjîna Newşîrwan Mistefa jiyana xwe jidest da

Hevjîna Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, Şûle Elî koça dawî kir.

17 Adar 2017 - 06:21
17 Adar 2017 - 06:21
 0
Hevjîna Newşîrwan Mistefa jiyana xwe jidest da

Îro danê sibê (17-03-2017) hevjîna Newşîrwan Mistefa, Şûle Elî, ji ber nexweşiyê jiyana xwe jidest da.

Şûle manimê di sala 1981ê de ligel Newşîrwan Mistefa dest bi jiyana hevjîniyê kiriye. 2 kur û keçekê wan hene.

Di piraniya rawestgah û bûyerên jiyana siyasî û pêşmergetiyê de Şûle Elî ligel Newşîrwan Mistefa bûye. Lê ti caran beşdarê karên siyasî nebûye.

Ev nûçe bi tevahî 1869 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:31:53