Çekya bi qasî 500 hezar dolaran alîkariyê dide penaberên li Duhokê

Balyozê Çekya yê li Iraqê diyar kir ku welatê wan wê bi qasî 500 hezar dolaran alîkariya penaberên li ser sînorê Duhokê bike, da ku rewşa penaberan baştir bibe.

17 Adar 2017 - 06:21
17 Adar 2017 - 06:21
 0
Çekya bi qasî 500 hezar dolaran alîkariyê dide penaberên li Duhokê

Balyozê Çekya yê li Iraqê Jan Vijitan duh çû serdana bajarê Duhokê û li gel Parêzgarê Duhokê Ferhad Emîn civiya.

Balyozê Çekyayî di civînê de anî ziman ku welatê wan wê bi tevahî nêzîkî 500 hezar dolaran alîkariya penaberên li ser sînorê bajarê Duhokê bike, da ku rewşa wan penaberan baş bibe. Vijitan ji parêzgarê Duhokê xwest ku ji bo wan dest nîşan bike, k abi çi awayî alîkariya xwe pêşkeşî penaberan bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1305 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:35:51