Îran: Me moşeka balîstîk a hîpersonîk çêkiriye

Îranê ragihand ku "moşeka balîstîk a hîpersonîk" çêkiriye ku leza wê 8 qatê leza deng e.

7 Adar 2023 - 04:50
7 Adar 2023 - 04:50
 0
Îran: Me moşeka balîstîk a hîpersonîk çêkiriye

Li gor Ajansa Nûçeyan ya Farsê ku li Îranê ajansa nîvfermî ye, Sererkanê Îranê Mihemed Baqirî li Tehranê di bernameyekê de axivî û diyar kir ku Îranê "moşeka balîstîk a hîpersonîk" çêkiriye.

Mihemed Baqirî destnîşan kir ku ceribandinên moşekê baş derbas bûne û dest bi hilberandinê kirine û got ku Îran yek ji sê dewletan e ku moşekên wiha çêkirine.

Baqirî îdia kir ku lez û sûreta "moşeka balîstîk a hîpersonîk" 8 mach e (8 qatê leza deng) û menzîla wê jî hezar û 500 kîlometre ye.

Ev moşek li keştiyên bin avê yên hereket dikin jî dixin û gorî leza deng 8 qat hêj leztir hereket dikin.

Ev nûçe bi tevahî 674 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:49:36