Îro Parlamentoya Iraqê projeyasaya rizgarbûyên Êzidî gotûbêj dike

Parlamentoya Iraqê îro sêşemê 2ê Gulana 2023an bi mebesta gotûbêjkirin û xwendina şeş projeyan dicive.

2 Gulan 2023 - 05:05
2 Gulan 2023 - 05:05
 0
Îro Parlamentoya Iraqê projeyasaya rizgarbûyên Êzidî gotûbêj dike

Fermangeha Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê eşkere kiriye, îro di demjimêr 11:00an de bi mebesta gotûbêjkirina şeş projeyasayan, ji wan; xwendina yekem ji bo hemwara yekem a yasaya rizgarbûyên Kurdên Êzidî ya hejmara 8 a sala 2021ê bi amadebûna lijneyên şehîdan, qurbaniyan, jinan, malbatan, zarokan û mafên mirovan birêve diçe.

Piştre xwendin bo pênc projeyasayên din ên wek xwendina duyem bo hemwara yasaya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û herwiha xwendina duyem a projeyasaya Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê tê encamdan.

Ev nûçe bi tevahî 463 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:49:19