Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî balafirxaneya Helebê kirin

Şeva borî balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî Balafirxaneya Helebê û çend pêgehên din li derdora wî bajarî kirin.

2 Gulan 2023 - 04:59
2 Gulan 2023 - 04:59
 0
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî balafirxaneya Helebê kirin

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê, balafirên şer ên Îsraîlê, derdora demjimêr 23.35 êrîşî Balafirxaneya Helebê û çend pêgehên din li derdora wî bajarî kirine.

Ajansa fermî ya Sûriyê ragihandiye ku di êrîşê de, serbazekî Sûrî hatiye kuştin û 5 serbazên din birîndar bûne û herwiha 2 welatiyên sivîl jî birîndar bûne.

Her li gor SANAyê, balafirên Îsraîlê ji aliyê başûrê Sûriyê ve êrîş kirine û di encama êrîşê de, Balafirxaneya Navdewletî ya Helebê ji kar ketiy

Ev nûçe bi tevahî 662 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:08:43