Ji bo 3 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya tozbarînê

Li bajarên Erzirom, Erzîncan û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya tozbarînê hat dayîn.

4 Adar 2023 - 03:55
4 Adar 2023 - 03:55
 0
Ji bo 3 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya tozbarînê

Rêveberiya Herêma 12emîn a Keşnasiya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, îşev û bi roj, li bajarên Erzirom, Erzîncan û Erdexanê tê çaverêkirin ku bandora tozbarînê çêbibe.

Di daxuyaniyê de ji welatiyan hat xwestin, li hember şert û mercên neyênî yên hewayê, ku di gihandinê de astengî, mesafeya dîtinê û kêmbûna kalîteya hewayê dê derkevin holê, bi baldarî û bi tedbîr bibin.

Ev nûçe bi tevahî 698 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:39:44