Ji HAK PARê serdana Nûnertiya KDP-Î ya Hewlêrê kirin

Şanda HAK-PARê ku ji Cîgirê Serokê Partiya Maf û Azadiyan Cihan Baykara û nûnerê Herêma Federal a Kurdistanê Mehmet Şirin Timur pêk dihat, serdana nûneratiya Hewlêrê ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê kir.

15 Tîrmeh 2024 - 16:42
15 Tîrmeh 2024 - 16:42
 0
Ji HAK PARê serdana Nûnertiya KDP-Î ya Hewlêrê kirin

Şanda HAK-PARê ji aliyê Muhammet Salih Kadirî û rayedarên ÎKDPê ve hat pêşwazîkirin. Serdana ku bi boneya salvegera Ji aliyê rejîma paşverû ya kolonyalîst a Îranê ve kû Dr. Qasimlo û hevalên wî hatin şehîtkirin, di atmosfereke dostane de birêve çû.

Heyeta HAK-PAR'ê li ser geşedanên dawî yên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û derhekê HAK-PAR'ê de agahî dan.

Kadiri, kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û got; bi kevneşopiya HAK-PARê re, dostaniyek hevaltiyeke wan a kedirbilind heye ku heta îro jî bê şikest maye heye, û li ser geşedanên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê nêrînên xwe parve kir. 15.07.2024

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê

Ev nûçe bi tevahî 765 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:14:38