Dewleta Kuwêt êrîşa şeva borî ya li Hewlêrê şermezar kir

Wezareta Derve ya Kuwêtê di daxuyaniyekê de êrîşa bi drona bombekirî ya şeva borî ya li Hewlêrê şermezar kir.

10 Hezîran 2022 - 03:46
10 Hezîran 2022 - 03:46
 0
Dewleta Kuwêt êrîşa şeva borî ya li Hewlêrê şermezar kir

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Kuwêtê de hat diyarkirin, Kuwêt armanckirina bajarê Hewlêrê bi droneke bombekirî, şermezar dike, ku bûye sedema birîndarbûna hejmarek welatiyan.

Herwiha eşkere kiriye ku Dewleta Kuwêtê li cem Komara Iraqê ye û piştevaniya hemû rêkarên ji bo parastina asayîş û seqamgîriyê dike û ji bo birîndaran hêviya silametiyê dixwaze.

Bi droneke bombekirî rêya sereke ya Hewlêr Pîrmam hat armanckirin û di encamê de tevî birîndarbûna sê welatiyan, zirareke mezin a maddî gihîşt otomobîlên welatiyan, vê êrîşê karvedanên tund ên navxwe û navdewletî li pey xwe anîn.

Ev nûçe bi tevahî 930 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:37:47