Li Amedê otomobîlekê li karkeran da: 3 kes mirin

Li Ameda Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li karkerên ku li ser rê dixebitîn da, di encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

12 Avrêl 2023 - 11:34
12 Avrêl 2023 - 11:34
 0
Li Amedê otomobîlekê li karkeran da: 3 kes mirin

Îro 12ê Nîsanê serê sibehê li Taxa Çîmenler a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, li ser rêya ku diçe Semsûrê otomobîlekê li karkerên ku li ser rê dixebitîn da û di encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, karkerên bi navên Mehmet Turan, Murat Fidan û Ahmet Ozkişi li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û Şahin Guner jî birîndar bû.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tendirustî, Berevaniya Sivîl û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Termên her sê karkerên canê xwe ji dest dane bo Tiba Edlî ya Amedê hatin birin.

Herwiha Şahin Guner ê birîndar jî bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil hat veguhestin.

Tê gotin ku heta niha şofêrê otomobîla li karkeran daye nehatiye girtin.

Ev nûçe bi tevahî 877 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:31:05