Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
Li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir.

Li ser banga Navenda Hevkariya Partiyên Kuridstana Îranê, îro Yekşemêî li Rojhilatê Kuridstanê li çend bajaran bazar û dukan nehatin vekirin û greva giştî hat kirin.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, heta niha li bajarên Sine, Merîwan, Seqiz û Bane li parêzgeha Sine û li bajarên Bokan û Mehabadê yên parêzgeha Urmiyê greva giştî dest pê kiriye û dukan û bazar girtî ne.
Hevdem ligel ku aliyên cuda yên pîşeyî, sivîl û siyasî ragihandine ku îro Şemiyê 22ê Cotmeha 2022an li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê grev û xwepêşandanên giştî tên kirin, şeva borî li hinek bajaran bi awayê cuda nerazîbûn û xwepêşandan berdewam bûn.
Şeva derbasbûyî 35 roj di ser nerazîbûn û xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re derbas bûn. Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşanderan bi pêxistina agir hewl dan cadeyan bigirin. Her wiha nerazîbûn û xwepêşandan li hinek bajarên Îranê jî wek Tehran û Îsfehanê hebûn.
Îro di destpêka şeşemîn hefteya xwepêşandan û nerazîbûnên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, rêxistinên pîşeyî û hejmarek zanîngehên Îranê ragihandine ku serkutkirin û tundûtûjiya li beramber xwendekaran qebûl nakin û li ser nerazîbûna xwe berdewam dibin.
Ciwanên taxên Îranê ragihandine ku îro li hemû bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji demjimêr 11an ve grev destpê dike û xelk li cihên giştî xwepêşandananan dikin.
Nûvekirina herî dawî: 16:26:14