Li Kerkûkê veşargeheke DAIŞê hat wêrankirin

Hêzên esmanî yên Iraqê veşargeheke DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê wêran kir.

22 Cotmeh 2022 - 08:29
22 Cotmeh 2022 - 08:29
 0
Li Kerkûkê veşargeheke DAIŞê hat wêrankirin

Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihand, firokeyên şer ên hêzên esmanî yên Iraqê gelek bi hûrgilî veşargeheke çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê wêran kir.

Yehya Resûl diyar kir, ev helmet di çarçoveya bidestxistina wan zanyariyan de bû, ku şaneya îstixbaratê ya li Rêveberiya Îstixbarata Serbazî bi hevahengiya Fermandariya Operasyonan a Kerkûkê hatine komkirin.

Ev di demekê de ye ku çekdarên DAIŞê li çend navçeyên Iraq û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji ber valahiya ewlehiyê, êrîş û kiryarên xwe yên terorîstî didomînin.

Ev nûçe bi tevahî 412 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:35:54