Li Rojhilatê Kurdistanê qezayên trafîkê: 6 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar in

Bi sedema 3 bûyerên hatin û çûnê li Rojhilatê Kurdistanê 6 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

2 Tîrmeh 2022 - 08:31
2 Tîrmeh 2022 - 08:31
 0
Li Rojhilatê Kurdistanê qezayên trafîkê: 6 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar in

Şevê din li ser riya Dulfan û Nehawendê li parêzgeha Loristanê, 2 otomobîlên taybet li hev xistin di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes kes birîndar bûn.

Li aliyê din, duh êvarê li ser cadeya navbera Qurwe û Bîcarê li parêzgeha Sineyê, otomobîleke taybet wergeriya û 3 kesan tê de canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Her şevê din li nav bajarê Kirmaşanê jî otomobîleke din ya taybet wergeriya û kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn, rewşa 2 ji birîndaran nebaş e.

Ev nûçe bi tevahî 806 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:41:26