Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 4 birîndar

Navbera şêniyên taxên Yalinagaç û Armagan ên ji ber erd û zeviyan veguherî şerê çekdarî derket 5 kes birîndar bûn, rewşa kesekî giran e.

2 Tîrmeh 2022 - 08:35
2 Tîrmeh 2022 - 08:35
 0
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 4 birîndar

i navçeya Şemrex a Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê di şerê çekdarî ya ku ji ber nakokiya erd û zeviyan derket de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Nakokiya di navbera şêniyên taxên Yalinagaç û Armagan ên ji ber erd û zeviyan veguherî şerê çekdarî û 5 kes birîndar bûn, rewşa kesekî giran e.

Li ser agahiya kesên li derdorê tîmên ewlehiyê û tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Yek ji birîndaran Silêman A. ê ku ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hat rakirin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê canê xwe ji dest da.

Tîmên ewlehiyê li derdorê tedbîrên ewlehiyê girtin.

Ev nûçe bi tevahî 963 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:28:47