Li Sêrtê şerê zozanan: 6 kes birîndar bûn
Li navçeya Misircê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, îro 20ê Mijdarê gundiyan ji bo çêreyê zozanan şerê hev kirin û di encamê de 6 kes birîndar bûn

Li zozanên gundê Titinê û Başûr ên Misircê di navbera gundiyan û koçeran de ji ber çêrandina ajelan nîqaş derket û aliyan bi daran şerê hev kirin.
Di encama şer de Y.K., H.K., N.Ç, B.Ç, F.Ç. û S.Ç. birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.
Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Sêrtê hatin veguhestin.
Hat ragihandin rewşa birîndaran baş e.
Nûvekirina herî dawî: 18:21:44