Peykerê fermandarekî PKKê li Kobaniyê tê danîn

Li Qada Berxwedanê a Kobanê peykerê fermandarê PKKê Mahsum Korkmaz (Egîd) wê bê danîn.

27 Adar 2017 - 06:51
27 Adar 2017 - 06:51
 0
Peykerê fermandarekî PKKê li Kobaniyê tê danîn

Li gorî agahiyên li ser ANHAyê hatin belavkirin, dirêjahiya peykerê hesinî ji 3 metreyan pêk tê û sturiya wê jî di navbera 8-3 mm ye. Herwiha panaya wê jî 70 santîm e û wê li Qada Berxwedana Kantona Kobanê bê danîn.

Mahsum Korkmaz (Egîd) di 15ê Tebaxa 1986an de li Çiyayê Gabarê li ser navê PKKê guleya yekê berda û şer da destpêkirin. Ji ber vê yekê ew sembola şerê çekdarî ê PKKê tê binavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 2206 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:08:46