Îran: Diyaloga di navbera herdu aliyan de em nirxdar dibînin

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, ku ew bi erênî pêşwaziya guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin.”

15 Tebax 2017 - 09:42
15 Tebax 2017 - 09:42
 0
Îran: Diyaloga di navbera herdu aliyan de em nirxdar dibînin

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Em bi erênî pêşwaziya guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin. Serkirde û xelkê Iraqê bi yek dil û yekgirtî karîne rûbirûyê terorê bibin û navçeyên di bin destê DAIŞê de rizgar bikin.”

Qasimî herwiha dibêje: “Niha qonaxeke nû ye ji bo ji hevfêmkirin, biratî û bi rêya guftûgoyan bihêzkirina pêwendiyên herdu aliyan e. Hewlêr û Bexda dikarin bi rêya seqamgîrî û ewlekariyê ve pêngavên mezintir biavêjin.”

Berdevkê Wezaretê diyarkir: “Em amade ne di vê qonaxa nû de, ji bo avakirina Iraqê, bi hemû ezmûna xwe ve bibin şêrîkê hikûmet û gelê Iraqê.”

Ev nûçe bi tevahî 1316 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:03:45