Serok Barzanî serexweşîyê li kesukarên qurbaniyên teqînên Rojavayê Kurdistanê dike

Serok Mesûd Barzanî peyameke serxweşîyê arasyeya kesukarên qurbaniyên teqînên Rojavayê Kurdistanê belav kir.

12 Tîrmeh 2019 - 07:04
12 Tîrmeh 2019 - 07:04
 0
Serok Barzanî serexweşîyê li kesukarên qurbaniyên teqînên Rojavayê Kurdistanê dike

Ev jî deqa wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemekî zêde ve roja pênçşem 11.07.2019 li encama zîncîreyek teqînên terorîstî li bajarên Qamîşlo, Efrîn û Heseke hejmarek hemwelatiyên medenî bûne qurbanî û hejmarekî din jî birîndar bûn.

Ji bilî wê yekê ku bi tundî wan êrîşên terorîstî şermezar dikim, serxweşiyê li kesukarên qurbaniyên wê rûdana diltezîn dikim û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwazim.

Mesûd Barzanî
12.07.2019

Ev nûçe bi tevahî 813 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:41:19