Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Gulana 2023an pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê behsa rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalya de kirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê silav û vexwandina Serokwezîra Îtalya ji bo serdana Romayê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê. Amaje bi wê jî kir ku ew xwe wek dostekî kevn ê gelê Kurdistanê dizane û tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Pêşmerge kir, ji bo rûbirûbûna terorê û aramkirina aramî û ewlehiyê li navçeyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Îtalya kir ku pêwendiyên dostane yên Îtalya ligel Herêma Kurdistanê heye û piştevanê gelê Kurdistanê ye. Hêvî xwat ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di hemû waran de zêdetir pêşde bibin, bi taybetî ku gelek derfet hene ji bo pêşvebirina pêwendiyan û sûdwergirtina ezmûna pêşkeftî ya Italytalyê.
Nûvekirina herî dawî: 16:40:22