Şervanên HSDê droneke artêşa Tirkiyê xistin xwarê

Droneke artêşa Tirkiyê li Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê xistine xwarê.

24 Gulan 2022 - 03:22
24 Gulan 2022 - 03:22
 0
Şervanên HSDê droneke artêşa Tirkiyê xistin xwarê

Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê bi daxuyaniyekê diyar kirin, şervanên wan droneke artêşa Tirkiyê li Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê xistine xwarê.

Li gor daxuyaniya HSDê, şervanên wan do Duşemê saet 11:00ê berî nîvro droneke artêşa Tirkiyê li rojhilatê Eyn Îsa xistine xwarê.

Herwiha HSDê dîmenên dronê belav kir û eşkre kir, ew dron bi berdewamî li ser asmanê navçeyê difiriya.

Ev nûçe bi tevahî 804 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:04:14