Teqînên bihêz Kîevê dihejînin

Reutersê îro Çarşemê ragihand, teqînên bihêz paytexta Ukraynayê Kîevê hejand.

14 Berfanbar 2022 - 05:39
14 Berfanbar 2022 - 05:39
 0
Teqînên bihêz Kîevê dihejînin

Şaredarê Kîevê Vîtalî Klîçko îro danê sibê ragihandibû ku taxa Şevçenkîvskî ku baregehên gelek dezgehên hikûmetê lê ne, teqînên bihêz lê rû dan.

Vîtalî Klîçko got: Sîstema berevaniya esmanî îro 10 dronên ji cureya Şahid ên ku li Îranê hatine çêkirin, xistine xwarê.”

Rûsya ji 10ê Cotmehê ve, du roj piştî êrîşa li ser pira Kirimê, dest bi lêdana binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê kir.

Ji çend mehan ve, hêzên rojavayî Îranê tawanbar dikin ku dronan pêşkêşî Rûsyayê dike, ku hêzên wê di dema êrîşan de bikar tînin.

Ev nûçe bi tevahî 770 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:39:22