Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin

Dema em li rewşa nivîskar û rewşenbîrên xwe binêrin, dibînin ku ew kesên bi kurdî dinivîsînin yekî/ê jî dibistanên kurdî nexwendine. Her yek ji wan li gor îmkan û derfetên xwe, xwe fêrî zimanê xwe kirine û bi vî zimanê şêrîn dinivîsînin.

Bube Eser

19.08.2017, Cts | 19:44

Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin
Nêrîn Belav bike

Min û gelekan her gotine, nivîsîne û dibêjin divê kurd bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin. Lê ev heta niha li bakurê kurdistanê bi eksî geriya ye. Wan kesên ji xwe re dibêjin em rewşenbîrên kurd in. Kesî bi qasî wan xizmeta zimanê tirkî nekirine. Heta dikarim bêjim ku tirkan jî bi qasî wan xizmeta zimanê xwe nekirine. Ji ber ku;

Dema zimanek neyê bi karanîn ew ziman têk dihare ango dimre, lê zimanê tê bi karanîn ew bi pêşve dikeve, xurt û delal dibe. Ji ber wê;

Piraniya rewşenbîrên kurdan(!) yên bi tirkî dinivîsînin, xwe û zimanê xwe dikujin, zimanê dijminê xwe jî xurt dike û bi vê jî kêfxweş dibin, dilşad dibin û xwe serbilind dibînin.

Çi dema mirov vê rewşê dibêje ango rexne dike, wan rewşenbîrana xwe ji mirov dixweyidînin. Û dibêjin;

"Me heta niha mecala ku em zimanê xwe fêr bibin nedîtiye. Dibistanên ku em lê zimanê xwe fêr jî bibin tune ye".

Bi van gotinan jî dixwazin xwe bi heq û yên wan rexne dike neheq derxin. Hûn ya rastî bixwazin êdî ez bi xwe ji ber gotinên wan î weha şerm dikim. Çima?

Ka carekî em li ser wan kesên ku niha bi tenê kurdî dinivîsînin, lêkolînekê bikin, bê kî/ê ji wan dibistanên zimanê kurdî xwendine. Bê kî/ê çawa zimanê xwe fêr bûne.

Dema em li rewşa nivîskar û rewşenbîrên xwe binêrin, dibînin ku ew kesên bi kurdî dinivîsînin yekî/ê jî dibistanên kurdî nexwendine. Her yek ji wan li gor îmkan û derfetên xwe, xwe fêrî zimanê xwe kirine û bi vî zimanê şêrîn dinivîsînin.

Îcar çima hin bi înad hê jî li ser tirkî nivîsandinê xwe tûj dikin û tu dibêje qey ji bona wî/ê tenê zimanê tirkî heye. Loma ew kesên kurd ku bi tirkî dinivîsînin, xizmetê ji zimanê tirkî re dikin. Wê bi pêşve dixin û zimanê xwe jî dikujin.

Ma gelo li ku derê hatiye dîtin ku miletek qatilê zimanê xwe be. Fêm nakin ku dema wan zimanê xwe kuştin miletê xwe jî dikujin. Ev tenê li bakurê Kurdistanê û kurd dikin, tê û hatiye dîtin. Bi berhemên xwe yên bi tirkî pirtûkxana tirkan dewlemend û ya xwe jî feqîr û xizan dihêlin...

Ev jî ji ber psikojiya bindestiyê tê. Ew kesên xwe hê ji bin bandora koletiyê xilas nekiribin, vê dikin û pê besnê xwe jî didin. Ez bi xwe êdî tê nagihêjim ku çawa rewşenbîrê gelê bindest xwe bi zimanê dijminê xwe qure dike û dema berhemên xwe bi wî zimanê dagirkeran diafirîne pesnê xwe dide.

Ji bona danenasîna wan jî dîsa bi zimanê tirkî konferans û civînan amede dikin. De ka îcar bifikirin ku wê ew berhem û xwediyê wê, bê çiqasî xizmeta zimanê dijminê xwe dikin...

Aha vaye demek pir hindik maye ku êdî Kurdistana serbixwe jî dê bê avakirin (25.9.2017) Di avakirina kurdistaneke serbixwe jî de hê ew kesana xwe ji tirkî azad nakin. Dev jê wî zimanê dagirkeran bernadin, li xwe venagerin û bi wê zanebûn û bîrewiriyê zimanê xwe xurt nakin.

Hûn bawer bin; heta siyasetmedarên me, rewşenbîr û nivîskarên me, partî û komeleyên me xwe ji tirkî û hemî hêjayiyên zimanê tirkî dûr nexin, dev ji wî zimanî bernedin, wê her qatilê zimanê xwe bin.

Ew kesên bi tirkî dibêjin; zimanê me li ber têkçûnê ye rast nabêjin. Ji ber ku ew bi xwe zimanê xwe têk dibin. Mesele ne gotin e, kirin e. Lê hin vê fêm nakin an jî naxwazin fêm bikin...

Ew partî û kesên dibêjin; em rêberên gel in, heta xwe ji tirkî û zimanê wan azad nekin ewên nebin rêberên gelê xwe.

Divê neyê ji bîr kirin ku miletek bi zimanê xwe heye, dema ziman nema ew milet jî namîne. Madem rewş ev e gelo çima wan kes, partî û komelêyên kurdan nikarin dev ji vî zimanê ango tirkî berdin.

Ew kesên dixwazin xizmeta zimanê xwe bikin, ew kesên dixwazin xizmeta miletê xwe bikin, divê li xwe û li zimanê xwe vegerin. Kesên vê nekin li gor min ew ne rewşenbîrên gelê kurd in. Ew partiyên hemî karên xwe bi tirkî dikin jî ne partiya kurdan e.

Xizmeta gel û xurtkirina edebiyata kurdî ji zimên de destpê dike. Ew kesanê dixwazin vê xizmetê bikin divê berê dev ji tirkî berdin da ku baweriyê bidin êdî ew ên ji bona gelê û zimanê xwe kar û xizmetê bikin.

Kesên ji bona zimanê xwe kar nekin hûn bawer bin dê nikaribin bi awayekî rastî ji gelê xwe re jî kar û xizmetê bikin. Her tişt bi eslê xwe û hêjayiyên xwe xweş e...

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
4722 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:32:00

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x