Hûn bawer bin, koçkirina mam Celal Talabanî kurd xist nava xemginiyekê. Him jî xemginiyeke weha ku dema ji her carê bêtir pêwîstiya wî hebû, em kurd hişt û çû. Helbet çûyinên weha ne di destê mirovan de ye.
Ez qet pêwîstî nabînim dûr û dirêj behsa gorbihuşt bikim. Ji ber ku jiyana wî, tekoşîn û xebatên wî hemî hema hema herkes dizanin. Loma jî dûbarekerina tiştan carna tu fêdeya xwe jî tune ye.
Gelo çûyina mam Celal ji bona me kurdan tê an jî hat çi wateyê. Ez dixwazim hinek li ser vê rawestim. Û bidim zanîn ku wê ji niha û pêde li başûrê kurdistanê siyaset çawa bi rêve here.
Ji bona li başûrê kurdistanê hîmên dewletbûnê bi asasekî saxlem hatiye avêtin loma jî wê bêyî mam jî xebat her berdewam be. Lê di xebata bê mam Celal de helbet wê hin kêmaniyan jî bi xwe re bîne.
Ji ber ku Mam Celal siyaseta rojhilat baş dizanîbû û mirov dikare bêje ku wî tenê dikarîbû li gor berjewendiya kurdan li wir siyaset bimeşanda. Ji ber ku ew bibû pisporekî siyaseta rojhilat.
Mirovên siyasî, weke aqilmendên welatê xwe ne. Li gor wê siyasetê dikin, welatê xwe bi rêve dibim û li gor wê rêvebirinê jî welat, deng, reng û helwesta xwe digire. Di wan hemî deng, reng û helwestên siyasî yên li başûrê kurdistanê de, keda wî, xebata wî, helwestên wî tê dîtin.
Mam Celal ji wan yek kesayetiyan bû ku kêm însan weke wî hebûn. Loma di siyaseta Kurdistanê û bi taybetê ya başûrê kurdistanê de rol û erkên mam Celal bi teybetî heye. Wî xebateke dûr û dirêj meşand û dengê xwe ê êrê ya ji bona kurdistaneke serbi xwe bi kar anî.
Ew siyasetmedarekî weha zîrek, jêhatî û têgihiştî bû ku dikarî bû berê siyaseta ji bona berjewendiya kurdan di rojekê de biguheriya. Loma jî siyasetmedarên weha kêm in. Ev kêmanî wê li başûrê kurdistanê jî êdî bê dîtin.
Mam Celal aqilmendekî başûrê kurdistanê bi teybetî û bi giştî jî yê tevan kurdan bû. Loma jî car caran dema kêmanî û şaşiyên di nava kurdan de didît heta jê dihat ew bi keda xwe, bi aqil û helwesta xwe serrast dikir.
Ya herî girîng jî ev e ku di vê pêvajoya ku kurdistan gav bi gav berbi serxwebûnê de dihare, tunebûna wî wê kêmaniyeke mezin be. Di vê gavavîtinê de hebûna mam wê him ji bona brêz Serokkomarê Kurdistanê Mesdu Barzanî û him jî ji bona siyaseta Kurdistanê wê baş ba. Lê mixabin wî brêz Mesud Barzanî bi tenê hişt…
Wî bi aqilê xwe, bi helwestên xwe û bi biryarên xwe alîkar û piştgirê brêz Mesud Barzanî bû. Loma jî ev wendakirin bi taybetî jî ji bona brêz Mesud Barzanî gelekî mezin e. Bi gotineke kurdî, pî û baskên wî şkest…
Divê hemî kurd bikaribin û hewl bidin wan nerîn û dîtinên brêz Mam Celal belav bikin, xwedî li wan derkevin. Wê ala wî ji bona Kurdistaneke serbixwe hilgirtibû, danexin. Ev berê li hemî rêvebir û endamên NYK dikeve û dûre jî li me hemî kurdan.
Mam Celal bi vê çûyina xwe tovên hevkarî, yekîtî û li hevkirina kurdan ji nû de avêt. Di hemî şûn û taziyên wî de kurdistanî, partî û rêxistinên kurdan hebûn. Loma ez bawerim ew tov êdî wê li kurdistanê gulan veke.
Careke din bila serê gelê kurd sax be ku siyasetmedarekî xwe yê hêja wenda kir. Bila serê malbat û hevalbendên wî sax be.
Gorbihuşt mam Celal wê qet neyê ji bîr kirin. Ji ber ku di hemî tevgerên kurdan û kurdistaniyan de ked û xebatên wî hene.
Bila cihê wî bihuşt mekanê wî tim ronî be…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.