Em ew kurdên ne pkk î ne, bûne weke tu marê ço li serî bixe. Me êdî ew pêvajoya em tê re derbas bûne, daxwaz û helwestên xwe yên berê ji bîr kirine.
Sedema ji bîr kirina me ew ku ji sala 1984an û virde me bêtir karê xwe kirî ye pkk em her behsa wê, kiryar û bûyerin wê, nebaşî û xerabiyên wê dikin. Me Kurdistan û cîhan li xwe teng kirî ye û tenê bi pkk biliyanin.Ji xwe ev jî daxwazeke wan bû.
Helbet heqê me ye ku em li dij şaşî û nebaşiyên pkk derkevin. Lê hingê em ketin nava vê, êdî me karê xw, helwest û biryarên xwe yên ji bona kurdistaneke azad û serbixwe ji bîr kir.
Me weke tevgera kurdên welatarêz ku ji welatê xwe, ji xelkê xwe hez dikin, em ne fikirîn ku ji bona azadiya gel û serxwebûna kurdistanê me xwe bi rêxistiniyeke neteweyî û hevkariya hev nekir.
Her em teng man, zeîf ketin, bê hêz û qawet man loma jî bi zanetî an bi nezanî me rojev bi destê pkkê de berda. Bi vê jî em ketin bin bandora pkk ku êdî hê jî me xwe jê azad nekirî ye.
Li bakurê kurdistanê weha hatiye ku êdî bi vî halî bi van rêxistinên hene, em nikarin xwe ji bin bandora pkk azad bikin û nikarin weke tê xwestin ku em li ser xeta neteweyî partiyên xwe, tevgerên xwe û dezgehên xwe damezrînin.
Loma dibêjim me hemî tiştên xwe, hêjayiyên welatê xwe, bi destê pkk berdaye û em ha ha tenê wê rexne dikin. Bi van rexneyan jî em her pkk bi hêztir û xwe jî kêmtir ango qelstir dikin.
PKK jî ketiya nava partî û tevgerên kurdan ha ha wan ji hev perçe dikin, dem û dezgehên hene hemî xistine bin kontrola xwe. Weha bûye ku êdî tu li bakurê kurdistakê bê pkk nikare gavekê bavêje.Lê kes vê nabêjin.
Weşanxaneyên li bakurê kurdistanê hin îstîsna ne tê de, yên din hemî bi bin kontrola pkk de ye. Ew çawa dixwazin weha dikin. Weşanxane bi serê xwe nikarin tevbigerin an berhemên li gor dilê xwe biweşînin. Ji ber ku pkk ya bi peran ya jî bi zorê hemî kirine bin emrê xwe ku bê wê nikarin tiştekî bikin.
Hin berhemên têne weşandin jî heger tu li ser nivîsakar û weşanxaneya ku ew weşandiye lêkolînekê bike taliya wî/ê dihare xeta pkk ango bi navê ji wan qetiyaye karê xwe û wan dikin.
Car carna jî yên hin nivîskarên perçên din ku zerara pkk tê de tune be didin weşandin da ku rûyên xwe yên pkk yî veşêrin.
Carekê bifikirin û bibînin ku bê çima berhemeke li ser Barzaniya nayê weşandin. (Ji bilî romana min Barzan Digirî ew jî bi weşandina vê qedexeyeke tund li ser weşanxanê hate danîna da ku ew careke din karekî weha neke û nema dike jî. Ji ber ku her tişt êdî bûye tirs û berjewendiyên sexsî) Gelo qet em weke kurd li ser vê rawestiyan in. Gelo di vê derheqê de partî û rêxistinên me rojekê tiştek gotine an nivîsîne.
Nanisînin û neaxifên ji ber ku ev ji bona partî û rêxistinên navê wan mezin, nikarin bi karên weha bi çûk re mijûl bibin(!). LÊ fêm nakin ku malwêraniya mezin ev e, fêm nakin, xerabî an bi serketina wan di rêya karên bi çûk de derbas dibe.
Çareserî:
Heta rêxistin û partiyên me, hêzên xwe nekin yek. Dest navêjin weşanxana, rodyo û televizyonên niha mirov dikare li ser internetê veke, wê her di vî halê xwe ê xerab û kêm hêz de bijîn. Ji ber ku wanê min bi nav kir niha di destê pkk de ne. Çawa dixwazin weha bi kar tînin. Vê jî bi saya qaşo kesên ji wan qetiyanin dikin.
Ji bona partiyek an hêzek bibe, altarnatîf dibê berî her tiştî ji karê bi çûk de destpê bikin. Weşanxaneyan vekin da ku berhemên baş ku kurd ji dersekê bigirin biweşînin. Bi vê nivîskaran jî dikin hevalbendên xwe. Lê nakin, ê vê jî dikin pkk ye.
Partî û dezgehên me, bi saya medyayek xurt dê bikaribin di her war û qadî de bibin xwedî maf, heq û huqûq. Lê vê jê nakin an nikarin bikin. Tenha bi rexnakirna pkk em nikarin fikrên wê ê şaş têr bibin, eksê wê bi van rexneyên bê altarnatifî em pkk xurtir dikin.
PKK bakurê kuristanê hal kirî ye, piraniya partî û kesayetiyên welatparêz, kurd û kurdistanî, ya wê ya jî bi rêya dewletê bêdeng kirî ye. Loma dibêjim; heta hêzeke, tevgereke xurt dernekeve, kes nikarin û newêrin di derheqê pkk de tu tişekî bêjin. Bi vê jî piraniya kesan xwe weke pkk rê didin. Sedem jî bê altarnatîfî ye.
Li gor min suçdarê vê jî ew serok û rêvebirên ku niha xwe weke berpirsên partiyên li bakurê kurdistanê hene û xwe weke partiyên kurd û kurdistanî dibînin e. Gelo van partiyên, serok û rêvebirên wan yên bê wate ne ku her yek bi serê xwe dikarin çi bikin? An çi dikin? Ji bilî xebatên vala, mesrefên zêde û hêzên bê hêz tu fêda wan tune ye.
Ji ber vê pkk heta niha çi xwestibe ew kirî ye û dike. Kurdistaneke serbixwe naxwaze, parastin û mafê kurdan naxwazî. Lê mixabin partiyên me jî her yek bi deh kesan li kêfa xwe dinêrin û endam jî nikarin vê ji wan bipirsin. Aha malwêranî ev e…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.