Li vê cîhanê tu milet û xelk bi qasî tirkan ne dijminê kurdan e. Lê dîsa jî li vê cihanê tu kes weke kurdan nikarin ji zimanê wan hez bike. Lewra nikarin dev ji zimanê wan berdin û bi berhemên xwe yên bi tirkî dinivîsînin tirkî xurt dikin bi pêşve dibin.
Bi qasî me xwendiye, şopandiye, dîtiye û jiyanin ev adeta ku kurd ji zimanê dagirkerên xwe hez dikin li tu welatekî din nehatiye dîtin û nayê dîtin…
Ê zimanê me bi saya tirkî karanînê didin kuştin jî rêxistin û partiyên me yên siyasî ne. Wan damezrandina partiyên xwe bi zimanê tirkî kirin. Destûr û bernameyên xwe bi tirkî nivîsên, munaqeşa, civîn û konferansên xwe bi tirkî kirin.
Wan hingî tirkî bi kurdên ne xwenda re şêrîn kirin ku îro gelek ji wan dayikên ku qet bi tirkî nizanî bûn û şerm dikirin ku bi tirkî qise bikin, niha weke bulbulan tirkî diaxifin.
Îcar niha jî hin rabûne dibêjin dayikên ku tirkî nizanin zarokên bi kurdî nizanin anîne dinyê Ev ji binî de ne rast e.
Wan zarokên xwe bi kurdî anîn dinyê lê partî û rêxistinên kurdan yên bi kurdî qise nakin ew fêrî tirkî kirin.
Serok û berpirsiyarên gelek partî û rêxistinên bakur Kurdistanê hê jî bi kurdî nizanin. Kes behsa vê nakin, kes nabêjin; ”ma ne şerm e ku serok û rêvebirekî kurd bi kurdî nizane û bi tirkî xelkê xwe bi rêve dibe?”
Gelo ew endamên wê partiyê dizanin ku dema serok û rêvebirên wan bi tirkî karê siyasî dikin roj bi roj wan ango endamên xwe ji ruhiyeta kurdistanî bi dûr dixin.
Aha mesela me ya kurdên bakurê kurdistanê ev e. Niha hema hema kurdî nemaye. Kurdên karê xwe yên sexsî û sîyasî bi tirkî dikin bi vê jî ji kurdbûna xwe dûr dikevin bê ku haya wan ji wan hebe.
Çareserî çiye?
Çareserî tenha ew e ku wan partî û rêxistinên bûne sedem bi tirkî karê xwe dikirin. Civîn û semînerên xwe bi tirkî didan. Di şahî û xemginîyên xwe de tirkî bi kar tînin. Divê rojekê berî rojek terka vê bikin.
Zûtirîn demê divê dev ji bi karanîna tirkî berdin. Berhemên xwe bi tirkî nenivîsînin, bi hevre tirkî qise nekin. Divê xwe û hevalbendên xwe ji tirkî dûr bixin.
Heger vê nekin taliya me kurdên bakurê kurdistanê gelekî xerab xuya dike. Wê kurdiya me biqede û êdî wê nebiyên me jî bi tirkî nikaribin li hember tirkan şerê azadî û serxwebûna welatê xwe bidin.
Hûn bawer bikin yên vê rewşê nizanibin tune ye. Lê dîsa jî bi înat partî û hin sexsiyetên me ha ha xwe li tirkî jidanin. Loma nikarin xwe ji vê dûr bixin da ku gelê xwe, ciwanên xwe fêrî zimanê wan bike.
Zanin lê nikarib bidin zanîn ku ziman hebûn . Loma divê her kurd vê hebûnê bipazrêzin. Heger vê nekin, ziman namîne. Piştî nemana ziman êdî wê kurd jî hêdî hêdî bi saya zimanê tirkî kurdbûna xwe ji bîr bikin.
Ev jî tê wê wateyê ku kujerê zimanê me, em bi xwe ne. Divê em loman ji xelkê nekin, Berpirsiyariya vî karê partî û rêxistinên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û Kurdistanî ne. Heger bi rastî jî hûn ev bin zimanê kurdan jî kurdî ye…
Berpirsiyariya vê nivîskar û rewşenbîrên me yên berhemên xwe bi tirkî dinivîsînin. Ew bi vê, xizmeta zimanê tirkî dikin û zimanê xwe jî didin kuştinê.
Tirk di vî warî de bi ser ketine. Zimanê me ji devê me derxistine û zimanê xwe di devê me de bi cih kirine. Bi saya vî zimanî wê roj bê, mejiyê me jî ji serê me derxin û yên xwe di serê me de bi cih bikin.
Gazindan nekin û nebêjin ”dayikên bi tirkî nizanin, zarokên bi kurdî nizann anîna an tînên dinyê”…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.