HPGê û artêşa Tirk bîlançoya şer belav kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihanda ku li herêmên Zap-Avaşînê 12 leşkerên Tirk hatine kuştin. Herwiha artêşa Tirkiyê jî ragihand ku 8 gerîlayên PKKê li nav axa herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

14.12.2022, Çar - 05:32

HPGê û artêşa Tirk bîlançoya şer belav kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya HPGê ya 12ê Kanûna 2022an, hêzên wan di 24 demjimêrên dawî de li herêmên Zap û Avaşînê bi artêşa Tirk re rû bi rû mane ku “hewl dane pêş de biçin”. Di encamê de 12 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî îro ragihand ku 8 gerîlayên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê jiya xwe ji dest dane. Li gorî Wezareta Berevaniya Tirkiyê gerîlayên PKKê ji aliyê dronan ve hatine armancgirtin.

Artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku heta niha 499 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane û 76 leşkerên wan hatine kuştin.

Di vê navberê de HPGê jî da zanîn ku heta niha 2 hezar û 631 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 190 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:11:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x