Ji Hikûmeta Iraqê ji bo parastina sînoran hewldanek nû

Encûmena Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê ragihand, ew dê hemahengiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bikin ji bo hemahengiya hewlên parastina sînoran û danîna planekê ji bo veguhestina hêzan li ser sînorê Îran û Tirkiyê.

24.11.2022, Per - 05:43

Ji Hikûmeta Iraqê ji bo parastina sînoran hewldanek nû
Nuçe Belav bike

Di 23ê Mijdara 2022an de Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya. Encûmenê di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de "destdirêjî û destwerdana Tirkiye û Îranê" li ser sînorên Iraqê hat gotûbêjkirin û biryar hat dayîn ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hemahengî were kirin ji bo yekkirina hewlên nîştimanî ji bo parastina sînorên Iraqê.

Encûmena Ewlekariya Netewî ya Iraqê biryar da ku planekê ji bo veguhestina hêzên xwe li ser sînorê Îran û Tirkiyê amade bike. Her wiha biryar hatiye dayîn ku hemû pêwîstiyên piştevaniya lojîstîk ji bo Fermandariya Hêzên Parastina Sînor bên dabînkirin û karmend û pereyên pêwîst bên zêdekirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, ew dê şûnên hinek karmendên Wezareta Navxwe biguherin ji bo xalên kontrolê yên sînorî bihêz bikin.

Ev biryar piştî wê yekê hatin ku Tirkiye û Îranê di destpêka vê hefteyê de bi hinceta hebûna grûpên opozîsyonê çend deverên li ser sînorê Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî Fermandehiya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, Îran û Tirkiyê di navbera Îlon û Cotmehê de 97 caran sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirine û 63 caran topbaran kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 194 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x