Bexda ji bo petrola Kerkûkê haziriya operasyonê dike

Demek berê hikûmeta navendî ya Bexda û Tehranê ji bo veguhestina petrola Kerkûkê bo Îranê li hev kiribû. Petrola Kerkûkê hem bi tanker û hem jî wê bi xeta boriyan were veguhestin.

06.02.2018, Sal - 10:25

Bexda ji bo petrola Kerkûkê haziriya operasyonê dike
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku hikûmeta navendî ya Bexdayê ji bo ewlehiya herêmên ku xeta borî ya petrolê têde derbas dibe bigre haziriya operasyoneke leşkerî dike.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, operasyona leşkerî ya artêşa Iraqê plan dike ku ji herêma Çiyayê Hemrîn destpê bike û hetanî Xenaqîn û sînorê Îranê dewam bike.

Li gor berpirsên bilind ên iraqî li wê herêmê hinek grûbên çekdar ên nenas hene û armanca operasyonê paqijkirin û ewlehîgirtina xeta borî ya petrola Kerkûkê ku diçe Îranê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:05:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x