Li Kerkûkê 5 terorîst hatin girtin

Ajansa Îstixbarat û Lêkolînê ya Federal a Iraqê desteserkirina 5 terorîstan li parêzgeha Kerkûkê ragihand.

29.01.2023, Paz - 13:55

Li Kerkûkê 5 terorîst hatin girtin
Nuçe Belav bike

Ajansa Îstixbarat û Lekolînê ya Federal a Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan di operasyoneke taybet de li parêzgeha Kerkûkê 5 terorîst desteser kirin.

Li gorî daxuyaniyê, ew 5 terorîst li navçeyên cuda yên parêzgeha Kerkûkê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di lêkolîna ligel terorîstan de derket holê ku yek ji wan bi awayekî berdewam cilûberg, xwarin û agahiyên li ser herêmê, didan terorîstan.”

Ajansa Îstîxbarat û Lêkolînê ya Federal got ku li dijî 5 terorîstan tedbîrên yasayî hatine girtin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja Yekşemê 15.01.2023 di hevpeyvînekê de ligel rojnameya “Wall Street Journa” got, ti demek ji bo vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê nîne û pêwîstiya Iraqê bi mayîna wan heye ji bo jinavbirina DAIŞê bi temamî.

Sûdanî got ku gef û êrişên çekdarên DAIŞê yên ji Sûriyê ve berdewam in ku derbasî navçeyên sînorî yên Iraqê dibin, ji ber wê jî hêzên ewlekariya Iraqê hîn jî pêwîstiya wan bi piştgirî, şêwirmendî û perwerdekirina hêzên Hevpeymanan heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:00:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x