Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Heşdî Şabî çekên Amerîkî êrîşê pêşmerge dikin

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, ku hêzên Iraqî û di nav wan de jî Heşda Şeibî, li Pirdê êrîş bi çekên Amerîkî dibin li ser pêşmerge.

20.10.2017, Cum - 10:15

Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Heşdî Şabî çekên Amerîkî êrîşê pêşmerge dikin
Nuçe Belav bike

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li devera Pirdê ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de hêzên Iraqî û bi taybetî jî Heşda Şeibî bi piştgiriya Îranê êrîşan tînin ser hêzên pêşmerge.

Di daxuyaniyê de Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê radigihîne, ku êrîşa ser pêşmerge bi çekên Amerîkî pêk tê.

Her wiha li gorî ragihandina Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî , \"Hêzên Pêşmerge tankeke Amerîkî ya ku hêzên iraqî li pirdê bi kar dianî ruxand.\"

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku heta niha hemû êrîşên wan hatine têkbirin û zêdetirî 10 hummer û tankekî abrams jî hatine jinavbirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge dibêje: “Di vê rûbirûbûnê de Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi qehremanî berevanî kirine û şerefeke mezin tomar kirine.”

Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin: “Diyare armanca vê êrîşê ew e, ku hikûmeta Iraqê dixwaze heta sînorên dawî yê îdareya parêzgeha Kerkûkê kontrol bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:36:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x