PKK li dijî Îsraîlê daxuyanî da

Komîteya Rêvebir a PKKê daxuyaniyeke nivîskî di derbarê pevçûnên di navbera Îsraîl û xwepêşanderên filistînê de ku di encamê de herî kêm 61 kes can da û bû hezaran kes jî birîndarbûn weşand û tê de hat gotin ku "Em komkujiya Xezeyê şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û ji gelê filîstînê re dixwazin."

16.05.2018, Çar - 11:15

PKK li dijî Îsraîlê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Piştî veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Qûdsê di navbera Îsraîl û Filistînê pevçûnên dijwar rû da bûn û di encamê de jî herî kêm 61 kes miribûn û 2 hezar û 700 kes jî birîndar bibûn. Piştî van bûyeran Komîteya Rêvebir a PKKê daxuyaniyeke weşand û diyar kir ku pirsgireka di navbera Îsraîl û Filistînê bi tûndiyê nayê çareserkirin.

Komîteya Rêvebir a PKKê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku "Quds (Orşelîm) divê paytexta hemû olan û mirovayetiyê be, nayê qebûlkirin ku Îsraîl wê weke paytexta xwe bide naskirin. Ev tê wateya bêhurmetiya li hember hemû olan. Tê dîtin ku kêşeya Filîstîn û Îsraîlê bi tûndiyê nayê çareserkirin. Ev kêşe divê bi diyalog û muzakereyan çareser bibe. Komkujiya dawîn vê yekê derdixe holê."

Herwiha PKKê amaje bi wê yekê kiriye, ku PKKê û gelê Felestînê di demên bihorî de piştgirî dane hev û piştgiriya PKKê bo filistîniyan di şerê Libnanê ya di sala 1982an de weke mînak bi bîr tîne. PKK tekez dike, ku gelê Filistînê ji bilî têkoşîna bo doza xwe piştgirî daye têkoşîna gelê din.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, PKKê diyar kiriye ku çarenûsa gelên kurd û Filistînê dişibe hev û siyasetên Tirkiyeyê yên li hember gelê kurd û yên Îsraîlê li hember Filistîniyan bi "siyasetên mêtinger û qirker" ên wan dewletan bi nav dike û dibêje, ku her du alî jî mafên bingehîn ên gelên kurd û filistînî binpê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1546 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:00:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x