PKKê li ser bombebarana Zaxoyê daxuyaniyek da

HPG'ê li ser bombebarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê ku 9 geştyaran canê xwe ji dest dabûn û 26 kes jî birîndar bibûn daxuyaniyek belav kir.

21.07.2022, Per - 05:51

PKKê li ser bombebarana Zaxoyê daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

HPGê di daxuyaniya xwe de da zanîn, “Dewleta Tirk bi zanebûn seyrangeheke ku sivîl lê bûn bombebaran kir. Divê tu kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta Tirk veşêre û li ser bûyerê were girtin. Ji ber ku ev ne komkujiya yekem e ku dewleta Tirk dike.”

HPGê anî ziman, “Çawa ku dewleta Tirk di 11ê Tebaxa 2020an de 2 Berpirsyarên Payebilind ên Leşkerî yên Iraqê bi zanebûn hedef girtin û qetil kirin, ev êrîş jî komkujiyeke plankirî ye ku bi heman armancê hatiye kirin. Ne tesaduf e ku dewleta Tirk di van salên dawî de li Bamernê, Kunê Masî, Geliyê Balinde ya Çemçoyê û gelek herêmên din bi zanebûn li qadên seyranê yên ku sivîlan bi kar tînin da.

Li herêma ku îro komkujî pêk hat tu hêzeke girêdayî me nîne. Li herêmên nêzî vê herêmê girên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin hene û li herêmê serwer in. Dîsa hêzên sînorî yên Iraqê û hêzên cuda yên herêmî yên girêdayî Hikûmeta Herêmê jî li herêmê hene. Ji ber vê yekê tu eleqeya vê bûyerê bi me re nîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 890 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:09:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x