Zaxarova: Divê hemû çekên ku tên şandin ji Hikûmeta Sûriyeya meşrû re bên şandin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova civîna çapameniyê ya heftane li dar dixe.

18.05.2017, Per - 14:41

Zaxarova: Divê hemû çekên ku tên şandin ji Hikûmeta Sûriyeya meşrû re bên şandin
Nuçe Belav bike

Zaxarova, rapora nû ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku Hikûmeta Sûriyeyê bi sûcên şer sûcdar dike, rexne kir. Zaxarova derbarê rapora ku vê hefteyê hat eşkerekirin de got: "Di belgeya ku qala wê tên kirin de demxeyên orjînal tine ne û tiştên ku tên zanîn hene. Mixabin ev îdia bêbingehin û ne hatine îspatkirin."

Ji aliyê din ve Zaxarova li ser pirsa derbarê şandina çekên giran bo hêzên kurdan ku li dijî DAIŞê şer dikin ya Amerîkayê jî got: "Divê hemû çekên ku tên şandin ji Hikûmeta Sûriyeya meşrû re bên şandin. Rûsya bi vî şiklî çkên xwe difroşe weletên Rojhilata Navîn û welatên din. Divê ji vî rêzikê jî kes venegere.

Divê naberî de Zaxarova derbarê nûçeyên ku Susan Glasserê yê ji kovara Politico ku îdia dike, "Di sala 2013an de Rûsya bo hevdîtin li Qesra Spî ji Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re eyar bikin, lavakirine" de jî axivî û got: ‘Susan, ev yek derew e'

Zaxarova wiha pê de çû: "Lavrov di sala 2013an de bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re 64 hevdîtin û 192 car jî bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîne. Sedî 90ê van hevdîtinan li ser daxwaza Amerîkayê pêk hatine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:49:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x