Li Şingalê goreke komî ya Şîeyan hat dîtin

Li devera bajarê Şingalê, di dema xebatên avakirina avahiyekê de goreke komî ya nû ya heyam DAIŞê hat dîtin. Tê pêşbînîkirin ku ew qurbanî şîe bin û ji bo testa DNAyê nimûneyê wan bo Bexdayê hatin şandin.

09.05.2023, Sal - 16:30

Li Şingalê goreke komî ya Şîeyan hat dîtin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Mafên Mirovan a Petricorê Hayrî Elî Şingal ji Rûdawê re ragihand, di dema karê kompaniyeke avahîsaziyê ya Îmaratê de li nêzîkî otêlek geştyarî ya yek ji taxên navenda navçeyê goreke komî hatiye dîtin.

Hayrî Elî destnîşan kir ku piştî ku Rêvebirê Ewlehiyê yê Navçeyê bang li wan kiriye çûne cihê bûyerê û dîtine ku li înşaetê goreke komî heye ku dê bibe dibistan."

Elî destnîşan kir ku piştî ku Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê bang li wan kiriye, ew çûne cihê bûyerê û dîtine ku li înşaetê goreke komî heye ku dê bibe dibistan.

Elî da zanîn ku di gora komî ya ji hestiyên hatine derxistin de tespît kirine ku ew 5 kes in û got: “Kesên di gora komî ya hatine dîtin de şîeyên Şingalê ne. Em texmîn dikin ku di sala 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.”

Wî got jî ku piştî dîtina gora komî, wan peywendî bi Dezgeha Parastina Gorên Komî û Karên Parastinê ya ser bi Wezareta Şehîdan a Îraqî re kirin û ew şandin Bexdayê daku tedbîrên pêwîst werbigirin û testa DNA were kirin.

Tîma kolandina gorên komî li Şingalê bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike. Li Şingalê bi giştî 89 gorên komên Kurdên Êzidî hatine dîtin ku 39 hatine kolandin.

Di meha Adarê de li gundê Hemedan ê li rojhilatê Şingalê ji bo vekirina goreke komî ku tê de 30 cenaze hebûn, merasîmeke olî hat lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:51:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x