Batmanspor û Siirtsporê ji bo mexdûrên erdhejê lîstin

Tîmên futbolê yên bajarên Êlih û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê, îro bi armanca dahata wê ji mexdûrên erdhejê re be “lîstikeke dostaniyê” ya futbolê saz kirin.

27.02.2023, Pts - 05:47

Batmanspor û Siirtsporê ji bo mexdûrên erdhejê lîstin
Nuçe Belav bike

Tîma Batman Petrolspor a di Lîga 2emîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF) de dilîze û Siirtspor a di Lîga 3emîn a TFFê de dilîze, îro Yekşemê 26ê Sibata 2023yan li Êlihê bi armanca dahata wê ji mexdûrên erdhejê re be, bi hev re lîstin. Her du tîm bi pankarta “Serê gelê me sax be, êşa we êşa me ye” derketin qada lîstikê.

Dema demjimêra lîstikê bû 04:17, lîstik bo demekê hat rawestandin. Lîstik 2-1 bi serkeftina Batmansporê bi dawî bû. Hemû dahatên lîstikê weke bîlet, reklam û sosyal medyayê dê bo mexdûrên erdhejê bê bexşandin.

Serokê Batman Petrolsporê Abdulvahap Akbaş ji rojnamevanan re ragihand, dê dahata lîstikê bo mexdûrên erdhejê bê şandin.

Serokê Siirtsporê Hifzullah Canpolat jî got: “Înşallah em ê bi hev re ji van rojên zehmet rizgar bibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:52:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x