ASAyê got, ‘Em ji girê Qestelê vekişiyan’ YPGê got, ‘Reviyan’

Di roja 3yemîn a operasyona artêşa Tirkiyê ya bi ser bajarê Efrînê de, komên girêdayî Tirkiyê yên Artêşa Sûriya Azad (ASA) piştî nûçeyên kontrolkirina Girê Qestelê (Barsayah) ragihandin ku ew ji wir vekişiyane. YPGê jî da xuyakirin ku wan ji nû ve ew dever kontrol kiriye û ASA reviyaye.

23.01.2018, Sal - 06:33

ASAyê got, ‘Em ji girê Qestelê vekişiyan’ YPGê got, ‘Reviyan’
Nuçe Belav bike

Ajansa Anadolê 22yê Çileyê êvarê ragihand ku ASA ji Girê Qestelê vekişiya ye, lê fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ragihand ku şer û pevçûn berdewam dikin, lê Girê Qestelê di kontrola wan de ye û piştî şikandina hêzên ASAyê ji deverê ‘reviyane'.

Çavkaniyên YPGê ragihandin ku piştî demeke kurt Girê Qestelê ji nû ve hatiye kontrolkirin û dan xuyakirin ku şer û pevçûn li dorûbera Girê Qestelê hîn berdewam dikin.

Li gor çavkaniyan hêzên HSD-YPGê piştî bombardimana balafiran ji Girê Qestelê bo demekê vekişiyane û li şûna wan hêzên ASAyê ji bo demekê bi cih bûne, lê piştre jî di encama hicûmê de hêzên girêdayî artêşa Tirkiyê neçar mane vekişin û li gor heman çavkaniyan, ji herêmê reviyane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:37:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x