Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî têkildarî pêvajoya hilbijartina dersa Kurdî û astengiyên derketine got, “Ya ku midûrên dibistanan ku piraniya wan Kurd in kir ti saziyan nekir.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê dest pê kir û 12ê Kanûna Paşînê jî bi dawî bû.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di hinek formên dersa bijarte de ku ji dibistanan re şandiye cih nedabû Kurdî û li ser sîstemê jî cih neda Kirmanckî (Zazakî).
Tevgerên zimanê Kurdî ji bo rakirina astengiyan, li gelek dibistanan dest bi qanihkirina rêveberan kiribûn.
Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî beşdarî bûltena Rûdawê bû û têkildarî pêvajoyê û astengiyên derketine nirxandin kirin.
“Bi serkêşiya Rûdawê kampanyaya me deng veda”
Barij Celalî bal kişand ser xebatên HEZKURDê û got:
“Piştî ku me 2020an HEZKURD ava kir, me xwest salên 21 û 22yan em vê kampanyayê bi rê ve bibin. Me bi rê ve bir lê ne li gorî dilê me bû.
Piştî sala 2022 û 2023yan, bi taybetî bi piştgiriya medyaya Kurdî ku serkêşiya wê jî Rûdaw dike kampanyaya me deng veda.
Piştî wê her sal dubare dike, bi beşdariya dezgehên sivîl, medyaya Kurdî û gelek aliyên siyasî re jî kampanya bi coş dibe.”
“Dîroka betlaneyê bi dîroka hilbijartinê re kirin yek”
Celalî got ku van geşedanan hinek alî aciz kirin û got:
“Di sala nû, hefteya yekem de vê proseyê dest pê dikir lê me îsal dît ku piştî xwendekar ketin betlaneya dibistanê ev dîrok eşkere kirin.
Bi nêrîna min û nêrîna saziya me, armanc di vir de ew e ku ji bo zarok dersa Kurdî hilnebijêrin van astengan derdixin.
Eger ku ev ders gelekî were hilbijartin dewlet jî neçar dimîne ku polan veke û zêdetir mamosteyên Kurdî tayîn bike.
Ev jî li gorî polîtîkayên Wezareta Perwerdeyê dîmenekî neyînî bû.
Sedema ku dîroka wê bi dîroka betlaneyê re kirin yek ev bû.”
“Me rûtîna xebatên xwe guhert”
Celalî got ku partî, sazî, rêxistin, kesayetên serbixwe yên wekî nivîskar, ronakbîr daxwaz kir ku ev dîrok were dirêjkirin lê mixabin nehat dirêjkirin.
Celalî wiha berdewam kir:
“Me wekî sazî her sal li qadan belavok belav dikirin ji bo şiyarkirina xwendekar û malbatên Kurd.
Me îsal rûtîna xebatê gûhert. Me got kîjan sazî û dezgeh li kîjan bajarî bi hêz e, bila bi endamên xwe û birêvebirên xwe re, li dibistanan vê proseyê bişopînin.
Ez bi xwe çûm Riha, Siwêreg, Şirnex û Amedê jî.
Ya ku me bi çavê xwe dît rûtîna li dibistanan, birêvebir ango midûrên dibistanan ku gelek ji wan bi eslê xwe Kurd bûn astengî derdixistin.
Çi sazî û çi dezgehan astengiya ku wan derxistiye dernexist.
Dibêjin li cihê ku ev dersa dewletê jê re ti bingeh ava nekiriye vala derbas bibe, dersên din didin bijartin.
Mamosteyên ku bi wan re dixebitin ji bo 2-3 saet dersên zêde û piçekî zêdetir mûçe bistînin van dersan nadin bijartin.
Sala par yek dersa bijarde bi 60 lîreyê Tirkî bû ango 5 dînarê Îraqî nake.”
“Giliyên malbatan zêde bûn”
Barij Celalî herî dawî wiha got, “Îsal giliyên malbatan zêde bûn.
Dibêjin, kanalên me dibêjin mafê dersan hene, saziyên me dibêjin mafê dersan hene lê em diçin midûrê dibistanan dibêjin mamoste nîne yan dibêjin mafekî wisa nîne yan jî dibêjin bi bijartina van dersan dê xwendekarên we serkeftî nebin.
Astengiya herî zêde rêvebirên dibistanan derdixin.
Ya duyem ez dixwazim sendîka neçin derve belavokan belav nekin.
Erkê sendîkayan ew e ku rêvibir û midûrên dibistanan bişopînin. Divê bişopînin ku di çend dibistanan de mamoste hene, çend ders vebûne, çend xwendekar hene.”