Cenazeyê ciwanekî din jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin

Cenazeyê ciwanekî din jî ji wan 3 ciwanên Amedî yên ku otomobîla wan ketibû Çemê Mûnzûrê ya Dêrsimê winda bibûn, hat dîtin. Pêştir cenazeyê Baran Aslantaş salî hatibû, derxistin îro cenazeyê Mehmet Can Demiral hat dîtin. Lêgerîna Azat Demiral jî berdewam dike.

09.05.2023, Sal - 10:08

Cenazeyê ciwanekî din jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
Nuçe Belav bike

Otomobîl a ku Mehmet Can Demîral (22), Azat Demîral (21) û Baran Aslantaş (22) tê de bûn ji Amedê ji bo derê ber bi Dêrsimê ve diçû û di 21ê Nîsanê de li 40emîn kîlometreya rêya Pulurê kete Çemê Mûnzûrê û winda bû.

Piştî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin, roja Şemiyê 6ê Gulana 2023an cenazeyê Baran Aslantaş ê 22 salî li herêma Miskisag a ser rêya Pulurê di Çemê Mûnzûrê de hatibû dîtin.

Peyamnêrê Rûdawê Ali Haydar Gozlu ragihand ku di encama xebatên lêgerînê de cenazeyê Mehmet Can Demiral li devera Pira Venkê ya li navçeya Pulurê hat dîtin û bi ambûlansê ji bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hat şandin.

Li aliyê din lêgerîna Azat Demîral bi beşdariya tîmên peywendîdar hem li Çemê Mûnzûrê û hem jî li Bendava Uzunçayirê berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:21:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x