Dadgeha Destûrê ji bo zaroka li Cizîrê hatibû kuştin biryara qerebûyê da

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, derbarê kuştina zaroka 12 salî ku sala 2016an li Cizîrê hatibû kuştin biryar da dewlet malbata wê zarokê qerebû bike.

20.04.2023, Per - 07:39

Dadgeha Destûrê ji bo zaroka li Cizîrê hatibû kuştin biryara qerebûyê da
Nuçe Belav bike

Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê li Bakurê Kurdistanê, zaroka 12 salî Bişeng Garan, di dema şerê xendekan de, 6ê Çileya 2016an li Taxa Cudî bi guleya li serê ketibû canê xwe ji dest dabû.

Fatim Garan û Suleyman Garan her çend wan daxwaz kirin ku bizanin keça wan Bişeng Gran ji aliyê kê ve hatiye kuştin, lê di vê mijarê de ti pêşketinek çênebû.

Dadgeha Destûra Bingehîn biryara qerebûkirinê da

Li gor biryara Dadgeha Destûrê, ku îro 20ê Nîsanê di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di çarçoveya lêpirsînê de pêngavên pêwîst di dema xwe de nehatine avêtin û mafê jiyanê yê Bişeng Garan hatiye binpêkirin.

Malbatê weke manewî daxwaza 1 milyon TL û weke madî jî daxwaza 500 hezar TL tezmînatê kiribû, lê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryara qerebûkirina 120 hezar TL (6 Hezar) da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 187 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:53:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x