Du malbatên mirovên hev pev çûn: Jinek hat kuştin

Li bajarê Amedê du malbatên mirovên, pevçûn lê jinekê k di navberê de mabû canê xwe ji dest da.

12.03.2024, Sal - 19:03

Du malbatên mirovên hev pev çûn: Jinek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Herwiha 2 kesên din jî birîndar bûn.

Bûyer li taxa Fatihê ya navçeya Rezanê qewimî.

Li gorî nûçeya DHAyê, di navbera du malbatên mirovên hev de, li ser pere nîqaş derket.

Paşê ew nîqaş veguherî pevçûna çekdarî.

Mursel Kaya û Bahar K. û Uzeyîr K. yên ku di navbera malbatan de mabûn, birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubiyê ya Dewletê.

Mursel Kaya tevî hewldanên bijîşkan canê xwe ji dest da.

Hate zanîn ku Mursel Kaya mirova wan malbatan e lê ti eleqeya wê bi bûyerê ve nebû.

Derbarê bûyerê lêpirsîn berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:44:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x