Diyarbekir'da Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li ser lez belavbûna vîrusa covît19 daxuyanî belav kir û rexne li rayedar û rêvebirên hikumeta Tirkiyeyê kir ku welatiyan bi vîrusê re hiştine û hişyarî dan welatiyan ku xwe biparêzin.
Li bajarên bakûrê Kurdistanê belavbûna vîrusê di rewşeke metirsîdar de ye. Saziyaên sivîl û partiyên siyasî jî, hişyarî û bengewaziyên xwe ji bo welatî û rayedaran radigihînin ku bergiriyan bigirin da ku belavbûna vîrusê bê asteng kirin. HDP û parlamenterên HDPê jî li Diyarbekirê civîneke çapameniyê lidarxistin û metirsî û hişyariyeên xwe ragihandin.
Hevserokê HDP’ê yê Diyarbekirê Zeyad Ceylan, bal kişand ku hikumet û dewleta Tirkiyeyê di ciyê ku ji bo belvbûna vîrusê tevdîran bistîne, bergiriyên aborî distîne û welatiyan jî bi vîrusê re rû bi rû hiştine. Ceyalan bang li welatiyan kir ku bi rênimayên ku ji aliyê pisporan ve tên ragihandin re hevkarî bikin û hem xwe hem jî derdorê xwe biparêzin.
Hevserokê HDP’ê yê Diyarbekirê Zeyad Ceylan ji K24ê re got: “Dewletê li hember vê pandemiyê wezifeya xwe i cîh neanî. Gel, civakê û nexweşînê rû bir û hiştin. Di vir de em saziya tenduristiyê û rêvebirên xwecihî ku niha qayim birêve dibin rexne dikin. Nezikayiya wan ya li hember civakê, şewaza agahdar kirina wan ya civakê û parastina wan ya civakê ji ber ku têr nekiriye civak nij-ha div ê rewşê de ye.Ji ber ku sazî û dezgehên kapitalizme û dewletê peywirên xwe bicîh naynin, dubare em wî barî digirin ser xwe ku xwe, malabata xwe û civaka xwe biparêzin.”
Parlamentera HDP’ê Semra Guzel ku pişeya wê bıjişkî ye jî daxuyand ku rastiya testan ji %40 e û daneyên ku tên bi dest xistin û yên tên belav kirin jî ne rastin. Guzel balê kişan ku tê ragihandin ku li Tirkiyeyê derdorê hezar kesî halet hene, lê tenê li Riha û Diyarbekirê rojane teqrîben 650 halet tên tomar kirin.
Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag jî ji bo Kurdistan24 ragihand ku dewlet aboriyê di ser tenduristiya welatiyan de digire û ji bo Kurdan be, ew bergirî bêtir tên sist kirin. Dag da zanîn ku peywir û berpirsyarî ye ku em welat û welatiyên xwe hişyar bikin û biparêzin.
Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag dibêje: “Li bakurê Kurdistanê ev nexweşîn her diçe balavtir dibe. Em jî bang li hemû gelên Kurdistanê dikin, bi taybet bang li gelên me yên Diyarbekir, Riha û Mêrdînê dikim ku li van bajaran bêtir şovbe belvbûye û zêde buye. Em dibêjin ku bila welatî tevdîrên xwe bixwe bigirin. Em vê yekê jî dibêjin ku xwe parastin welat parastin e, xwe parastin welat hez kirin e. Hemû kesên ku ji welatên xwe hez dikin û biparêzin, bila xwe biparêzin, bila civaka xwe biparêzin. Emê bi hev re ji van rojan der bikevin.”
Parlamenter û Rêvebirên HDP’ê bang li rayedaran kirin ku rênimayên parastina welatiyan zêde bikin û hişyarî ji bo welatiyan jî hat dayîn ku ji hemû temasên nêzîk û girseyî dûr rawestin û rênimayên xwe parastinê jî bi cîh kirî tev bigerin.