Heyeta DDKDyê Li Amedê Ji Bo Piştgirîyê Seredana PAKê Kir

Heyeteke DDKDyê(Komeleya Şoreşger û Demokrat a Kurd) roja şemîyê, 24.12.2022yê, ji bo piştgirîya PAKê , seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.

24.12.2022, Cts - 14:21

Heyeta DDKDyê Li Amedê Ji Bo Piştgirîyê Seredana PAKê Kir
Nuçe Belav bike

Ji ber ku PAKê Roja Alaya Kurdistanê, roja 17.12.2022yê li Teşkîlata xwe ya Amedê Alaya Kurdistanê hilda bû, polîsên Emnîyeta Amedê li ser daxwaza Serdozgerê Cûmhûrîyetê yê Amedê û bi biryara dadgehê roja 19.12.2002yê avêtibûn ser avahîya PAKê. Di vê êrîşê da polîsan dest danîbûn ser kompîtirên PAKê , hemû Alayên Kurdistanê, hinek pirtûk û kovaran.

Heyeteke DDKDyê(Komeleya Şoreşger û Demokrat a Kurd) roja şemîyê, 24.12.2022yê, ji bo piştgirîya PAKê , seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.

Heyeta DDKDyê ji Serokê DDKDyê A.Halîm Îpek û ji rêvebirên DDKDyê Hasan Guneş, Abdulhey Okûmuş, Îlhan Zeyrek, Veysî Askar, Necat Ozbay, Gurcan Bayrakçi pêk hatibû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Tîmûr û rêvbirên PAKê Mehmet Dortyama, Mehmet Bîlen, Mehmet Alî Yilmaz, Abdûllah Polat, Mustafa Kalhan pêşewazîya heyeta DDKDyê kirin.

Heyeta DDKDyê, di vê seredanê da got ‘’Em vê êrîşa ku li PAKê û li Alaya Kurdistanê hatîye kirin protesto dikin û em pişgirîya we dikin.’’.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr jî , li ser navê PAKîyan, ji ber vê seredanê û ji ber vê piştgirîya wan a dostane û germ spasîya heyeta DDKDyê kir.

Hevdîtina herdu heyetan di atmosfereke dostane û berhemdar da derbas bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:55:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x