Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir

18.10.2024, Cum - 10:44

Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Nuçe Belav bike

Heyetekê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk û Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Yûsûf Aydin û endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Nezîr Akat pêkahatibû, roja 17.10.2024ê li Amedê, serdana Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSKê) kir.

Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, rêvebirên PSKyê Hasan Dagtekin, Serhat Bozhan, Ahmet Kilil, Mecît Dûrmûş, Zulkuf Baran û Fûat Akkaya pêşwazîya heyeta PWKyê kirin.

Heyeta PWKyê ev seredan, wek îadeî zîyaret pênase kir û ji bo beşdarîya heyeta PSKyê ya ji bo şeva pîrozbahîya yeksalîya PWKyê spasîya heyeta PSKyê kir.

Di hevdîtina PWK û PSKyê de, herdu alîyan rewş û rûdanên li her çar perçeyên Kurdistanê, Tirkîyeyê û Rojhilata Navîn nirxandin. Herweha di derbarê daxwazên acîl ên miletê kurd, gengeşîyên li ser guhertina Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê de bîr û bawerî û pêşniyarîyên xwe anîn zimên.

Heyeta PSK û PWKyê, li ser gengeşîyên ku bi nave ‘’pêvajoyeke nû’’ têne kirin jî rawestîyan.

Herdu heyetan jî di derbarê guhertina Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê de girîngîya dîyalog û yekhelwestîya alîyê kurdan ya li ser nirxên neteweyî û di derbarê peywendîyên li gel Dewleta Tirkîyeyê de girîngîya weke alîyekî tevgerandina alîyê kurdan anîn zimên.

Hevdîtina heyeta PWK û PSKyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Vî nûçeyê tevayî: 44 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:18:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x